Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [celal salihî] de;

2. dahênerê erebeya elektrîkî ye.



26.02.2024 18:48 | xendekî

1. dahênerekî kurd e, jî silêmanî ye. hê ciwan jî silêmanîyê diçe hewlêrê. li hewlêrê bi komeke xwendekarên kurd re dişînin ingilîstanê ji bo xwendinê. li wir li ser endazyariya elektrîkê dixebite. paşî ji ingilîstanê diçe emerîkayê. li wir di şirketeke bi navê general motors de dest bi kar dike. şirket hewl dide erebeyên elektrîkî çêke, lê di cihekî de aliqî ne û ji nav meselê dernakevin. îcar celalê kurd vê meselê çareser dike û erebeya elektrîkî dixebite. dibe dahênerê erebeya elektrîkî. emerîka heta pasaporta emerîkayê didiyê û paşî patentê li ser navê wî qeyd dike. lê şirketa general motors girêbesteke wilê pê re çêkiriye ku heqê ji vê dahênanê tê hemû diçe şirketê re.

min ev agahî jî vîdyoya Waar tv'yê wergirtin. ev e lînka waar tvyê: Here lînkê

paşî min hinekî li googlê meyzand mixabin di Wikipediayê de jî mijara celalê kurd venebûye. danasîneke berfireh li ser nîn e.

vîdyoyeyeke yekê emerîkî jî heye behsa meselê dike, ev e ew vîdyo jî:



26.02.2024 18:45 ~18:48 | xendekî