Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mualla boykot] de;

4. duhî li ser twitterê belav bû. bikarhênereke twitterê got ez çûme mualla mêrdînê, min ji bo rojbûna hevala xwe straneke Kurdî xwestiye, lê xebatkar gotiye qedexe ye. îro ji her du aliyan jî daxuyanî hate dayîn, mualla mêrdînê jî gotiye em jixwe saziyeke kurdistanê ne, nabe en Kurdî qedexe bikin, dîsa gotine xebatkareke ne xelet daye fêmkirin, em lêborînê dixwazin. daxuyaniya xwe jî kurdî - tirkî nivîsîne. bikarhênera twitterê jî daxuyaniyek nû daye û gotiye arîşe safî bûye, xelet hatîye fêmkirin. çend kesan gotiye xwediyê wir yekê khk'yî ye û kurdekî welatparêz e. axir ev mesele di serê muallayê de teqa. lê piştî şerê xendekan piraniya kafe-mafe nahêlin Kurdî lê bikeve û xebatkarên xwe jî teşwîqî axaftina tirkî dikin. carekî li Cizîrê eynî tişt hate serê min. kafeyeke bi navê x'tanbul li Cizîrê hebû, di rojbûna hevala xwe de min got strana aram tîgran lê bidin lê lê nedan. kurt û kurmancî ev qedexeya di kafe, xwaringeh û hwd de di serê muallaya mêrdînê de -xwediyê wê kurdekî welatparêz e- teqa.



22.11.2023 00:28 | xendekî