Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [enstîtûya çandî ya kurdî-almanî] de;

1. saziya nû ya kurdan e li almanyayê.

xebata wan a ewil dijîtalkirina arşîva radyoya erîvanê bû û camêran ev karê xwe bi serkeftî pêk anîn û hemû di YouTube'ê de belav kirin.

niha jî bi zarokên Şakiro re girêbestek çêkirine, li gor vê mafên weşandina stranên Şakiroyê Dengbêj di destê wan de ye. kampanyayek wiha çêkirine: Kampanya ji bo berhevkirina arşîva Dengbêj Şakiro dest pê dike | Die Kampagne zur Erstellung des Archivs von Legende Dengbêj Şakiro beginnt | The campaign to create the archive of the legend Dengbêj Şakiro begins.| Here lînkê

Ji bilî wê bi hinek hunermendên din ên kurd re girêbest çêkirine û wê stranên wan biweşînin, wek Xêro Ebbas.

Hûn dikarin van xebatan hemûyan ji hesabê wan ê twitterê û YouTube'ê bişopînin:
- Twitter: Here lînkê
- YouTube: Here lînkê



30.01.2021 21:43 | xendekî