Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qehwa dîbek] de;

1. [kul û derdê merwano bû]

cureyekî qehwê ye. dîbek tê wateya hawên, libên qehweyê di hawênên kevirî an jî darîn de dikutin û hûr dikin. bi vî awayî qehwa dîbek çêdibe. qehweyeke kevn e. îhtimaleke mezin e di demê de êdî di hawênan de nayê kutan, bêhtir bi mekîneyê çêdikin; heke we ya resen dît teqez bistînin.

min cara ewil li Amedê dîtibû, li wir dema mirov ber derê qehwefiroşan re dibûre qehweya çêkirî di berdeqên kaxizî de didin dest mirov, ji bo tamkirinê. û bi giştî qehwa dîbek didin xelkê. îcar gelek tiştên din jî li qehwa dîbek zêde dikin û tevlihev dikin tama wê xweştir dibe, wek kizwan, xurnik, salep, hêl (kakûle), kakao, krema qehwê, mistek (carina şûna vê çoklata); bi vê tevlîhevkirinê re dibêjin qehwa dîbek a 8 celeb (cure).

çêkirina wê û qehwa normal eynî ye.



31.10.2020 11:13 | xendekî