2. projeya ku heke biçe serî peymana kendavan a montroyê jî bi xwe re pûç dike. kendav xweyîstatûyeka taybet in, prensîba sereke her çiqas kendavek di nava xaka welatekî de be jî serbestîya derbasbûnê ya navnetewî heye; yanî xwedîyê welatî nikare bêje ev kendav di nav xaka min de ye û xelk nikarin tê de derbas bibin, bi peymanên navnetewî kendav hatine serbestkirin lê kendavên tirkî yên wek marmara û çanakkale xwedîyê statûyeka taybet in bi peymana montroyê; li gor peymanê kîjan dewlet bixwaze di van kendavan re derbas bibe berî 15 rojan divê haya dewleta garantor jê çêke, noqavên şerî dema tê re derbas bibin divê serav bin û roj derbas bibin û çend sînorên din; ev hemû kirine destê tirkî de. lê heke ev qenal çêbibe statûya montro dide tirkîyê serobino dibe. |
|
26.12.2019 22:11 |
xendekî
|