Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [baroya amedê] de;

1. sazîya parêzeran a amedê ye. li gor hiqûqa tirkî her parêzer divê girêdayî baroya xwe bin, ji ber vê hema bêje li her bajarekî baroyek e. baro hem sazîyeka fermî ye hem piçekî xweser e jî, ne di bin nîrê dewletê de ye; hemû baro kêm zêde muxalif in.

ji nav baroyên Kurdistanê baroya amedê muhîm e. ev e çend sal e li ber xwe dide; li ser her bûyerê de diçe, hewl dide binpêkirinên mafên mirovî qeyd bike û derxe; ji ber her carê ji alîyê dewletê ve dibe hedef, heta serokê baroya amedê tahir elçî bi suîkastekê kuştin.

gelek komîsyonên wê yên baş hene: komîsyona mafên mirovan, komîsyona mafên jinan, ya zindanê, ya zarokan, xwezayê, ya mafên ajalan û yên din. yên herî baş û kêrhatî komîsyona zindanê û ya mafên mirovan e.

niha serokê wê cihan aydin e.



17.12.2019 22:45 | xendekî