Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bimeşe lo dilo! bimeşe!] de;

1. helbesteka rojen barnas e. di kovara Nûbiharê de hatibû weşandin. bo we min anî vir:

Bimeşe Lo Dilo! Bimeşe!

Bimeşe lo dilo! Bimeşe de lo!
Riya me dirêj e û menzîla me dûr
Hê me gelek hene hevraz û nişîf
Hê gelek birrek û rizdeyên çiyê
Wek asteng û asêgeh
Hêêê û hê...

Guh mede peqpeqokên j' kefa sabûnê
Ku sed caran ji xwe mezintir xuyan
Rengîn û biriqokî
Li ber tavê.
Guh mede zirrînên kerên korereng,
Reyîna seyên mûçehebîn
Û cendirmeyên bejik...
Ku hê j' xwedî bêtir xwedîperest in
Hin bi gestin
Hin bi zîtik
Wê bibirrin carbicar riya li ber me

Me menzîl azadî û serxwebûn e
Wekhevîsazî ye bi her awayî
Ewle û bextewar her giyanber lê.

Bimeşe lo dilo! Bimeşe de lo!
Bi gavên ji sebrê, bi teql û tekûz
Riya me dirêj e û menzîla me dûr.

Rojen Barnas



02.09.2018 17:08 | xendekî