1. helbesteka kawa nemir e. Helbest: Kawa Nemir Deng: Erol Şaybak Miksaj: Giyasettin Ucun Vîdeo: Azad Dogru Lîstikvan: Mehmet Topal Li Dora Zîguratê Şevezengîyan, gavên hespên me yên kihêl î ji beza deşta çargavî canbêzar li ber dîwaran diçin ava, gava darebî û bîşengên keserê bi ser avên bilemelem de xwar dibin, gava baçermok dibin tîrên rewan, radibin dîlan û semaya tarîyê, gava Sîmirê li ser serê zang û zinaran, li panokîya teht û latan, dibe revdarê gul û gulbanên warkozên karxezalan, em, şevezengîyan, dest û pê li zîn û zengoyên me yên tenêtîya şerûd, kevirên biçûk davêjine Xwedê. Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin. Xwedê axayê me yê li qesra xwe ya kurmal e, em nahebînin xwedîyê ku ji şaneşîna şîn de dendikên pola direşîne ser hespên me yên sîngkûrik û wan bi bêrma li ber lêva rojava ve cûm dike. Çavên me bê west û rawest li kevirên reş î biçûk in, em li dora perestgeha hebûna xwe dizivirin ha dizivirin, derîyên rika xwe ya bedew hê hişkehişk radidin ha radidin. Di max û jûrên me hilnayê tenêtîya ku kur û keçan ji me re zêde dike. Max û jûrên tê de dergûşên ku bi şîrê sorgevez ê kilamên rûniştî kil dibin, bi nehatina qulingên taylan î tîtal sil dibin, kafêtên no dimijin, li ber barana kilsa dîwarên ku lê ne bikevin. Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin. Siwarên me yên ku ji kuştina Xwedê vedigerin, têne şeva me ya ku sîng û berê xwe yê lîyan, nava xwe ya qendîl bi ser me de radixe. Dizên mêrxas ên hespên dijmingaranan, heval û hevrêyên torebaranan, govendkêşên tozaranan, cerda çîyayê ku li ser pişta Gamasî dibe hêlekan, diçirîne nexşeyan. Derdikevin tên li ber û berê çemê me yê ku hildirije perên esmanan, tewla xwe dikutin li hewşa ku di naverastê de daretûya teqîyayî bi şevezengîyê de. Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin. Û başkurîyê dikin ji bo weledên xwe yên me avêtî, başkurîya xwe ya dengketî berdidin ser şîrê şermê, ferhenga hechecikan û hebûna xwe ya kurmal. Em kevirên biçûk davêjine Xwedê û xweya xwe ya berbad bi rêk dixin, da ku dilê xwe yê ku di şevezengîyê de, bi tirsa hatina xwedayên biçûktir bi gumegum lê dixe bi yêk bikin. Ne li hêvîya berbanga ku ji lana xwe ya çîrokî derkeve, em reşên xwe yên şevê radiparzînin, hilradibin û Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin. 17'ê Kewçêra 2005'an Tatavla – Stembol ASOYA HELBESTA KURDÎ |
|
06.11.2017 10:50 |
xendekî
|