Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meydana mizgefta mezin a amedê] de;

1. meydaneka mezin e, di navbera mizgefta mezin ya amedê û xana hesenpaşayê de ye.

li alîyekî mizgefta mezin, li alîyê din amedî, turîst, xerîb; li alîyekî simîtfiroş û boyaxcî û soldirû û çayfiroş, li alîyekî zêringer û zîvinger; li alîyekî pîr û kal û gundî û ticar û tizbefiroş, li alîyekî ciwan û gerok û seyda û sofî.

li nava meydanê kursîyê dar u masê piçûk he ne, ji serê sibê heta roj diçe ava kursî vala nabin, her tijî mirov e, li ser her masê civatek digere: yên navsere û kal bêhna fireh mesela dibêjin, hinek bazar tizbeya dikin, hinek titênê dipêçin û hinek jî wek min serê xwe kirine nav telefonê.

hûn jî werin çayê vexwin.

edît: çay hefsedûpêncîyî ye.



22.02.2017 12:53 ~12:55 | xendekî