Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mehmûd onder] de;

4. yek ji kedkar û xebatkarên yekem ê televîzyona kurdî ye. di 2016ê de çû ber rehma Xwedê. min îro vîdyoyek dît li ser YouTube'ê de, li ser stêrk tvyê berî ku bimire pê re bernameyek hatiye çêkirin. Mehmûd Onder behsa televîzyongerîya kurdî dike: çawa destpê kirine, biryara vekirina qenaleka kurdî, çawa hewl dane zimanê kurdî yê televîzyongerîyê li gor rê û rêzikên kurdî dirust bikin, ji bo têgehên nûçeyê li kîjan çavkanîyan nihêrîne, zextên li ser tvya kurdî, refleksên xelkê yên li ser tvyê, ji bo peyvên teknîkî li kîjan çavkanîyan nihêrîne, peyva berdevk ji ku derketiye û dîmenên ewil yên tvya kurdî hemû di vê bernameyê de; bernameyek xweş çêbûye:




07.04.2018 18:09 | xendekî

1. pêşkêşvanê stêrk tv ye, kedkarekê kurdî ye. kurdîya wî û ûsluba hingî xweş e, gelek kes hijê dikin û dema li ser ekrana xuya nake herkes pirsa wî dike; min deh cara dîtîye bavê min behsa wî kiriye, bavê min jî gelek hijê dike. emrê wî jî mezin e, lê hê jî qarîzmatîk e:
Here lînkê

di vê vîdyoyê de jî berî bultena şevê li hêvîya amadekarîyan disekine lê xwe nagire û kilameka xweş dibêje:




23.10.2016 11:36 ~2018.04.07 18:01 | xendekî