Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sone 58] de;

1. navê yek ji soneyên william shakespeare e. bi wergera (vbnr: kawa nemir pêşkeşî we dikim:



Sone 58



Xwedê di sêrî de ez kiribim bendeyê te,

Qedexe be nebêm li kêfa te bibim serwer,

Ku bêriya hesabê deman dabe destê te,

Ez kiribim xulamê te, da tu betal bî her!

Lo bihêle olamkêşê te, xulamê te bim,

Girtiyê nebûna serbestiya te, xem nake,

Sebirkêş û sernerm im, dê li ber destê te bim,

Tawanbar nekim dilkeviriya te, xem nake.

Tu her li kê derê bî, tu xurt î, destûrdayî,

Çawa bixwazî, wida dadigirî dema xwe,

Te çi bivê, dikî, nabêjî, kê destûr dayî,

Heke nebe, bi xwe bibûre li tawana xwe.



Çu xem nake, ez ê bipêm, payîn dojeh be jî,

Li kêfa te negirim, xweş an jî kereh be jî.



William Shakespeare

Ji ingilîzî: Kawa Nemir



08.11.2015 11:56 | xendekî