Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên yildiz çakar] de;

1. (bnr: yildiz çakar)



1

Di navbera derî û dilê xwe de mam

Li aliyekî tu

Li aliyekî derî

Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te.

Min çend payizên sar germ kirin,

Ji bo her tiliyên te



Yildiz Çakar



2

Ez zarokeka şeş salî me, di bin pêlaveke qirêj

de.

Awirên bixof ji ser min derbas dibin.

Gule di laşê min de lotikan dide xwe.

Ka bibêje, kujerê min kî ye?



YILDIZ ÇAKAR



28.02.2015 16:08 | xendekî