1. Rezoyê Osê
Yek ji wan kesên kêm e ku di dema xwe xwe de weke hevalên xwe nekiriye û ne zimanên biyanî zimanê xwe bijartiye û bizane xwe xebat û lêkolîn kirine. Rezoyê Osê jî ku dema dibîne xêr ji siyasetê nayê berê xwe dide ser çanda kurdî û pêşxistina Kurdî. û dibêje:
"Hebûna gelê Kurd bi zindîbûna zimanê wî ve girêdayî ye."
Li gelek cihan Kursên zimanê Kurdî dide.
Paşê ew jî dikeve nav gel ji bo çîrok û zargotina kurdî winda nebe û pîran re nemire dest bi berhevkirinê dike.
Her wiha li ser fêhmkirina civata kurd lêkolînan dike bi zimanekî pak, zelal û hostayî.
Wî heta dawiya temenê xwe ev karê xwe domandiye. Ji zargotinê heta lêkolîna heta helbestan û çîrokan gelek berhem dane.
Hin çîrokên wî ji Weşanxaneya Lîsê bi navê Civîna Pêlavan der çûye. Û li gor pêşgotina civîna pêlavan pênc pirtûkên wî jî ji aliyê weşanxaneya lîsê ve ji bo çapê têne amadekirin.
Yên tên amadekirin:
-Pirtûka wî ya helbestan (bnr: kevoka min)
-Pirtûka wî ya bîranên wî (bnr: xilmaşî)
-Pirtûka wî ya rexneya Wêjeya Kurdî (bnr: rexne li rexneyê)
-Pirtûka wî ya gotar û nivîsan (bnr: tûjik)
|