Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ewwel ku yarê da me] de;

2. Helbesta melayê cizîrî:



Ewwel ko yarê da me yek zerreyek ‘inayet :

______________________________



Ewwel ko yarê da me yek zerreyek 'inayet

Qismet me xemr û cam e di deftera hidayet



Husn û cemala canan nadêritin tu payan

Herçi nebit bidayet esla nehin nihayet



Feyda 'ulûmê hikmet cama sedef ko gêra

Me ji destê muxbeçan dît bi mishef û bi ayet



'Arif heta nenoşî ji destê meyfiroşî

Xaib nebû ji hişî peyda nekir wilayet



Gunah û zuhd û tamat hilnagirit xerabat

Kesê bi vî derî ret divê bikit ri'ayet



'Işqê ji herdu çeşman ewwel di dil eser kir

Lê zerre zerre axir sotin kir û sirayet



Şaki s-silahi herdem bi kuştina Melê bit

Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim şikayet



Cama di destê şahid jengê ji dil dişûtin

Pîrê muxan ji rendan weh-weh dikir riwayet



Etwarê 'işq û mestî esrar-i butperestî

Teqrîr-i sed riwayet nakit li bo kifayet



Li-yetme'inne qelbî 'eynu l-yeqîn dibexşit

'Eynu l-'eyani divêtin kafî nehin dirayet



Mîrî yû padişahî mûyek li nik Melayî

Nadim bi mulkê 'alem yek zerreyek 'inayet



Melayê Cizîrî



10.09.2014 13:10 | xendekî

1. Navê helbesteke melayê cizîrî ye. hesen şerîf ev helbest bi vî navî kiriye stran. Straneke gellek xweş jê çêbûye.



10.09.2014 13:05 | xendekî