Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêzikên hiqûqê] de;

1. Rêzikên hiqûqê, ji hemû rêzikên din ên civakê cudatir in. Ev ji ber çi ye?

Di vir de ya herî girîng: Ya ku rêzikekî dike rêzika hiqûqê derbasdariya wê ya hiqûqî ye.

Heke em sedemên wê rêz bikin, wê wiha be:

*Pîvanga(krîtera) derbasdariya hiqûqî wilê dike ku normek bibe aîdî cîhana hiqûqê.

*Ev pîvang li gor her pergala hiqûqê tê guhertin.

*Pîvanga derbasdariya hiqûqî di destûra bingehîn de divê bê diyarkirin. Destûrên bingehîn taybetiyên ku normek çawa dibe hiqûq di nav xwe de vedibêjin.



Wek din rêzikên hiqûqê ji aliyê qanûndanêran ve ango yê ku qanûnan çêdike ve tên afirandin û ew rêzikên di nav gel de qanûndanêr wek hiqûq qebûl dikin. Ango qanûndanêr rêzikên hiqûqî çêdikin. Ji vî aliyî ve jî rêzikên hiqûqê ji rêzikên sincî, olî, urf û edetî cuda dibe.



30.08.2014 09:56 | xendekî