Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [03.05.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê] de;

23. kampanyaya ku êdî divê em reklama wî wisa çêkin " hûn jî ji bo tirşikê bitweetin, bila şopînerê we jî zêde bibe "



05.05.2014 11:27 | brusk56

17. kampanyaya 13 nivîskarên nû bi xwe re aniye. ne wek hêviya min bi xwe ye lê dîsa jî baş e. qene me tirşikê anîbe bîra hin kesan jî baş e .

ji hemû kesên ku piştgirî dane, tweet avêtine, caps amade kirine re hezar silav û spas *



04.05.2014 00:30 | brusk56

12. kampanyaya ku ji hê niha tesîra xwe nişan daye. îro 4 nivîskarên nû xwe li tirşikê tomar kirin.



03.05.2014 17:49 | brusk56

11. kampanyaya ku wê îro pêk were.

tirşikvanno, amade bin ha !



03.05.2014 02:42 | brusk56

7. kampanyaya ku divê em hêdî hêdî despî danasînê bikin .

yanê armanca kampanyayê danasîne ji xwe, lê divê pêşîn em danasîna kampanyayê bikin*



ji bo vê yekê ;



1) tu kes di nav we de heye gelo ku adminiya rûpeleke facebookê bike, an jî nasekî wê ê nêzik hebe ? ger hebe, ji kerema xwe re ji wan rîca bikin ku ji bo danasîna kampanyayê bila şandiyeke biweşînin.



2) ez ê di rûpela tirşikê a li ser facebookê de, di 4 hesabên xwe yên di twitterê de û di hesaba xwe ya facebookê de danasînê bikim. ji kerema xwe re hûn jî, bi riya facebookê û twiterê reklama kampanyayê bikin.



3) hûn dikarin metna van şandî û tweetan ji facebook û twitterê bibînin û bi vî awayî, qet pê ve mijûl nebin û copy-paste bikin biqeşînin.



4) ji kerema xwe re di twitterê de tweetên xwe bi taga #tirsiknet ê bişînin. da ku dema em li wê tagê bitikînin hemû tweetên hatî avêtin bibîniin û bikarin rt bikin. hûn dikaren weke min gotî bi vî awayî, tweetên hatî avêtin bibinin û copy-paste bikin. ev taybetî êdî di facebookê de jî heye, belkî haya we jê tune be. dema mirov êdî nivîsên xwe yên facebookê de jî tag bikarbîne, dikare bi wê tagê hemû nivîsên bi wî tagî hatî nivîsandin bibîne. di facebookê de jî taga #tirsiknet ê bikarbînin.



5) nivîskarên me yên di twitterê de xwediyê bi hezaran şopîneran xwe derxînin holê * ji kerema xwe re di saeta kampanyayê de amade bin. hûn dikarin ji hevalên xwe yên xwediyê nizanim çend hezar şopîneran bixwazin ku tweetên me rt bike. mesela hevalê min ê malê xwediyê 1500 şopîneran felan e, ew ê bi me re be * *



hingî hat bîra min ez ê pêşniyariyên xwe lê zêde bikim. ji kerema xwe re hûn jî fikr û ramanên xwe bînin klavyeyê *



22.04.2014 00:52 | brusk56

5. kampanyaya ku hê jê re gelek maye. lê min xwest ez bînim bîra we tirşikvanan.

divê vê carê dengê me geştir derkeve lê ji bo vê em dikarin çi bikin ?



14.04.2014 00:30 | brusk56

4. kampanyaya ku ger 2-3 nivîskarên hêja bi xwe re bÎne, bes e .

yanê wê elbet 10-20 kes bibin endam lê, tişta ji wê giringtir qalîteya nivîskarên hatî ye. yanê bila hindik bin lê baş bin ..



09.04.2014 11:45 | brusk56

1. kampanyaya ku ez dixwazim pêk were ye.

vê mehê, ji ber kelecan û rojeva qelebalix a hilbijartinê, me kampanya çênekir. lê meha bê em ê dîsa despê kampanyayên xwe yên rûtîn, ên di twitterê de dimeşin, bikin. saeta despê kirina kampanyayê 21.00 e. ez di peyama yekemîn de binivîsim de berbiçav be.



ji bo em bikarin vê kampanyayê biquwettir bikin, çi pêşniyariyên we hene, ji kerema xwe re bi me re parve bikin.



05.04.2014 00:10 | brusk56