Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hesekê] de;

2. bajarê ku li gor nûçeya rudawê, bi temamî ketiye destê ypgê de.

qamişlo, navçeyekî vî bajarî ye. min heta niha vê yekê nedizanî.



01.08.2014 16:18 | brusk56

1. Bajarê Hesekê an Hesêçe (bi erebî, al-Hasakah), ne ji zû de hatiye avakirin, tu dikarî bibêjî ji sed salî û vir de ye, bajarê kar û xebatê ye. Nifûsa wê nêzîka milyonek û nîv kes e û di ware hejmarê de şeşemîn parêzgeha Sûriyê ye. Çandinî bi hemû cûreyên xwe lê dibe. Genim, ceh, nok, garis, nîsk, kuncî û pembû ji aliyê dar û fêkiyan de jî gelek darên fêkî lê çêdibin wek tirî, hinar, sêv, hejîr, xox, tû û hirmê, lê tu guhdan li vî bajarî nebûye ligel ku çavkaniya petrola Sûriyê û ya genim, ceh û pembû ye.



Hejmara Kurdan li hundirê bajêr ji sedî 60 e, li derveyî bajar ji aliyê bakur de rê ya Amûdê bi tevayî Kurd in, rê ya Qamişlo ya bakur ew jî wiha, lê rêya Hesîçê-Qamişlo a jêrîn hejmareke mezin li başûrê rê gundên Ereban hene. Herwiha Ereb, Suryanî, Ermenî, Turkmen û Çeçan jî lê hene.



Di serhildana 12 Adarê de ya sala 2004-an Kurdên bajêr ew jî mîna birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê serî hildan, di encam de du şehîd û bi dehan birîndar çêbûn. Mixabin Ereban bi alîkariya hêzên ewlekariyê ziyaneke zor gihandin miletê Kurd, mal û milkên Kurdan talan kirin. Mîna zemanê bav û kalên xwe dest dirêjî dikanên Kurdan kirin, bi milyonan perê sûrî li Kurdên sivîl xisar bû.



çavkanî ; Wikipedia



07.01.2014 13:05 | brusk56