Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li amedê zêdebûna bikarhênerên duçerxeyê] de;

1. a ku van pelên dawî bala min kişandiye.

vaye 10 sal in ez li amedê duçerxeyê diajom. koma me ya bi navê komeleya bisîkletê a amedê hebû. hê jî heye, min çima wisa got nizanim. bawerke ji ber ku ez zû de ye bi wan re neçûme tûrê lewma.

welhasil, dema ez aniha li derdora xwe û bajêr dinêrim, dikarim bêjim ku kesên li bisiklêtê siwar dibin gelek zêde bûne.

ev di mehên dawî de, welle bille fişal nakim, 8 kesan ji min pirsî ne; dixwazin bisiklêt bistînin û ji bo kirînê pêşniyarî dixwazin.

ev deverên nû ên amedê, ji bo bikaranîna duçerxeyê gelek gelek baş e. him riyA duçerxeyê heye û him jî rê gelek fireh in. lewma mirov bêyî ku tevlî tu kesî bibe dikare têra xwe bisikletê siwar bibe.



16.05.2020 15:13 | brusk56