Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qeyrana aborî a 2020] de;

1. a ku wê gelên li tirkiyê dijî, xizantir bike. ji xwe vaye 6-7 sal in em hingî diçe xizantir dibin.
quweta me ya standinê her ku diçe hindiktir dibe.
dema xebatê ku ji bo standina erebeyekê an jî xaniyekî lazim e, her sal zêdetir dibe.

berê mamosteyekî bi 24 mehaniya xwe bikarûya erebeyekî sifir bistîne, aniha ji bo heman erebeya sifir bistîne divê 48 meh bixebite. herkes dikare rewşa xwe ya beriya 5 salan, bi rewşa aniha re qiyas bike. ger pozîsyona we negûherîbe, yanê we dest bi karek din nekiribe, an jî di karê hûn tê de ne, pozîsyona we bilind nebûbe; hûn teqez xizintir bûne.



11.02.2020 22:24 | brusk56