Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferzad kemanger] de;

8. Ê ku tesîrek mezin li ser min kiriye.
Bavê xwe di komkujiya helepçê de wenda dike. Dema bavê wî li ser sînor e ji ber karê xwe, ji gazê para xwe distîne û dimire.
Xwişka wî ji aliyê dewleta faşîst a îranê ve tê kuştin.
Li ber dibistanekî bi firoşerê seyar tiştan difroşe û wisa dixwîne.
Dawiyê de bi ser dikeve û fakûlteya perwerdehiyê kar dike. Piştî bû mamoste, gelek nivîsan dinivîse, dikeve nav xebatên kovaran de, wêneyan çêdike.

Ji ber birayê xwe yê nexweş diçe tehran'ê û li wir tê girtin. Bi salakdi girtîgehê de dimîne û 11 sal berê, duh tê darve kirin.

Qedera wî wek kurteyekî qedera gelê kurd e..



10.05.2020 09:46 | brusk56

2. (bnr: dibistana seretayî a ferzad kemanger)



15.09.2014 20:59 | brusk56

1. mamoste, helbestvan, rojnamevan, parazvanê mafê mirovan û pisporê xizmetên civakî ê kurd e.

ji kurdistana rojhilat bû. di îlona 2006an de, bi hincêta alikariya komên muxalîf ên kurd kiriye, hat girtin. 9ê îlonê a 2010 an de, bi îdîaya ku "dijminê xwedê" ye hat îdam kirin.



15.09.2014 20:59 | brusk56