Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [20.06 2014 kampanyaya danasîna tirşikê li ser twitterê] de;

15. kampanyaya ku maye sêwî û tu kesî lê xwedî derneketiye.

di nav kampanyayên me heta niha çêkirî de, a herî xerab bû mixabin. ji ber ku tu kes tune bû di holê de. min bi 4 hesabên xwe, gelek tweet avêtin û bi sedan tweetan rt kirin. li aliyê din, hesabên weke @megomerheba, @MelayCizr, @aynurgoek, @tcekdar, @evindarelci, @Kurdinus, ‏@dil_tesne gelek piştgirî dan. hezar spas dikim ji wan re. bila ên nehatî jî ji xwe fihê bikin hema ne tiştek din *



di vê navberê de bi vê kampanyaya biserneketî, 3 kesên nû bûne endam. yek ji wan bûye nivîskar û dudo hê çomez in.



21.06.2014 00:08 | brusk56

14. kampanyaya ku despê kiriye.

xwedê quweta we bide tirşikvanno !



20.06.2014 19:59 | brusk56

13. kampanyaya ku min ji hemû hesabên xwe yên twitterê, da nasîn û hinek hevalên xwe jî jê haydar kir.

aniha li bendê me ..

ger hûn jî, ji hesabên xwe behsa kampanyayê bikin wê, êvarî beşdarbûn zêdetir be birayên ezîz ..



20.06.2014 11:47 | brusk56

12. kampanyaya ku min capsên xwe amade kirine ez ê sibe dema wext hat hemûyan biweşînim.

li bendê bin ...

brusk corporation *



20.06.2014 00:09 | brusk56

8. KAMPANYAYÊN KU BEREVAJÎ BAWERIYAN GELEK KÊR TIRŞIKÊ TÊ.

WISA HATIYE GOTIN ; "ev çend kampanyayê ji bo danasîna tirşikê li ser twîtterê çêdibin heta niha kesî negotiye ez bi kampanya ya hatime vir " LÊ DI HER KAMPANYAYÊ DE LI DOR 20-25 NIVÎSKARÊN NÛ XWE LI TIRŞIKÊ TOMAR KIRIN. TABÊ EV NIVÎSKARÊN NÛ JÎ WEKE ÊN DIN BÛN. YANÊ HEMÛ NEBÛN MAYÎNDE, PIRANIYA WAN HEMA BÊJE QET NENIVÎSAND LÊ NIVÎSKARÊN PIR HÊJA ÊN KU HÊ JÎ DINIVÎSININ JÎ BI RÊYA VAN KAMPANYAYAN HATIN.



16.06.2014 18:48 | brusk56

3. kampanyaya ku bi min, ger di roja 21ê yanê vê şemiyê de, saet 21.00 an de bê çêkirin wê baştir be.

ne wisa ye qey ?



15.06.2014 21:10 | brusk56