Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qirkirina ergatîvîteyê] de;

6. yek ji kêşeyên sereke yên zimanî yên bakurê kurdistanê. niha her diçe ergatîvî têk diçe. du astên xerabûna ergatîvî hene û li deverên bakurî ji ergatîviya rast ber bi asta yekem ve û dûre jî ji wir ber bi asta duyem ve diçe.

asta yekem ev e ku di dema borî de jî biresera lêkera gerguhêz tê tewandin. bo nimûne min te dît, wî min kuşt. ciyê ez lê dijîm piranî di vê astê de ye. lê hêdî hêdî derbasî ya duyem dibe.

asta duyem ev e ku di dema borî de kirde sade tê hiştin û bireser tê tewandin. bo nimûne ez te dîtim, ew min kuşt.

bêguman ev xerabûn ji tesîra tirkî derketiye holê çimkî di rêzimana tirkî de jî wek a asta duyemê ye û li parçeyên din ên kurdistanê nayê dîtin.

(rastiya nimûneyan: min tu dîtî, wî ez kuştim.)



19.02.2021 17:37 | keyomerd