Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwarzî] de;

9. peyva ku awayê wê yê rast xwarzê ye. di kurmancîyê de dema bi navdêr û lêkerekê peyvek tê dariştin lêker bi rayeka dema niha bi navdêrê ve tê pêvekirin. bo wêne; xemrevîn: xem + revandin (rayeka dema niha: -revîn-), êşkuj: êş + kuştin (rayeka dema niha: -kuj-), welatperês: welat + perestin (rayeka dema niha: perês, lê kes bi vî awayî nabêje çimkî perest ji farsîyê ketîye zimanê me), bi heman awayî xwarzê: xweh (awayê kevnar: xwar) + zan (rayeka dema niha: -zê-). lê gelek caran wek xwarzî tê gotin çimkî kurmanc hez nakin "ê" û "y"yê li ber hev bi lêv bikin. loma divêjin xwarzîya min, dîya min hwd. wekî dî awayê xwarza jî yan divê farsî be yan zaraveyekî dî yan jî devokî ye ne standard e, wekî min li mînaka welatperestê got.



13 roj berê 18:04 | keyomerd