Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêzgeha wizeya nukleer] de;

1. Here lînkê
hêzgeha ku ji vebizavên fîsyonî wizeyê hildiberîne. vebizavên fîsyonî wate parçekirina atomê bi bombebarana notronê. bo nimûne dema ûranyûmek bi notronê bombebaran dibe krîptonek, baryûmek, sê notron û wizeyeka gelek mezin derdikeve holê. piştî vê vebizavê divê ew sê notronana bên kontrolkirin yan na dê li ûranyûmên din ên derdorê bikevin û dê vebizavên nerawestbar dest pê bikin û dê wizeyeka pir mezin û rûxîner derkeve holê. bombeyên atomî jî bi vî awayî dixebitin.

herwa ne wekî gelek kes dangêşin û bawer dikin, eger bergiriyên ewlehiyê baş bin hêzgehên nukleer gelek bikelk in û gorî jêderên din ên wizeyê zirara wan a ji bo xwezayê hindiktir e çimkî karbondîoksîd nadin hewayê. radyasyona wan jî eger baş bên parastin bêzirar e.



16.06.2021 22:51 ~23:42 | keyomerd