Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mosul] de;

1. fîlmekî netflixê ku (qaşo) qala rizgarkirina mûsilê ji aliyê ereban dike.

min got qaşo çimkî di fîlmî de mûsilê rizgar nakin, hew çend daeşî dikujin û malbata leşkerekî ji wan rizgar dikin. lê hem di pêşî û dawiya fîlmî de hem jî di imdbyê de dibêje ev fîlm qala rizgarkirina mûsilê dike. nizanim çima tiştekî wa kirine. ji awirê lîzeriyê ve, hemû qels bûn, ti kûrahiya karakteran tune bû. û tê de çewtiyên mentiqî û bûyerên fizûlî hebûn. bo nimûne leşkerê bi navê emîr bêhemdî hevalekî xwe dikuje, ka ev ji bo çi bû yanî? çi pêwendiya wê bi çirokê hebû? û piştî wê piçekî digirî û dûre vedigere halê xwe :d xwedê min tiştekî wa bikira ez ê bi salan ji kartêya wê derneketama.

wekî din jî serlehengê me di fîlmî de kurdekî bi navê kawa ye. lê kurdek çima tev iraqiyan şer bike nizanim. lê aksiyona fîlmî xweş bû, ger hûn çavên xwe li çewtiyên wisa bineqînin û bixwazin hinekî darî aksiyonê bikin, hingê hûn dikarin bêacizbûn darî vî fîlmî bikin.

herwa xwezî netflixê ji bo kurdan jî fîlmek çêkiraya. pêşmergeyan mûsil rizgar kir lê netflix ji bo ereban fîlm çêdike :(



13.05.2021 19:54 | keyomerd