Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêvotin] de;

1. hêvotin (reha dema niha -hêvoj-) bi sê wateyan tê. 1) fêr kirin, hîn kirin, elimandin 2) teşwîq kirin 3) perwerde kirin. li xorasan û anatolyaya navîn bi kar tê. jan dostî di pirtûka xwe ya bi navê mîrnameyê de bi wateya teşwîq kirinê bi kar anîbû. ev lêker li kobanê jî heye yan wî piştre dîtiye nizanim.

bikaranîn:
•serşivanî dûajoyê xwe hêvot ku li pezî miqate be.

bêjenasî:
hevreha kurmancî hêvisîn, farisî آموختن‎ (amûxten: hîn bûn, fêr bûn - rehê dema niha آموز -amûz-), partî emmoxtan (emmoj-), pehlewî hemmmoxten (hemmoz-), avestayî fre-muxti-, ji îraniya kevn ham-mauč. "M"ya di farisî û zazakî de di kurmancî de dibe "v", wek "çeşm" ya farisî û "çim" ya zazakî ku di kurmancî de "çav" e. -x- ya farisî ya berî T di kurmancî de dikeve, wek "firoxten" ya farisî ku di kurmancî de "firotin" e. "A" ya farisî û zazakî di kurmancî de hin car wek "ê" ye, bo nimûne "hak" ya zazakî ku di kurmancî de "hêk" e.

herwiha:
hêvotin: fêr kirin
hêvosîn: fêr bûn



07.03.2021 14:18 ~14:19 | keyomerd