5. (bnr: bêjeyên kevn ên kurmancî) ev lêker di berhemên ehmedê xanî û melayê cizîrî de tê dîtin lê niha di nav gelî de gelek kêm pêde dibe. bi wateya "hebûn"ê tê. di nav zaravayên kurdî de di kirmaşanî de jî wek داشتن (daştin) heye. di farsî de jî داشتن (daşten) e. herwiha hevreha -dar û -dêr e, wek navdêr, hêvîdar, metirsîdar. lê -dêr dirusttir e çimkî ji reha dema niha ya dêranê tê (reha dema niha -dêr-, didêrim, didêrî, didêrin...). -dar jî ji reha dema niha ya daştena farsî tê (reha dema niha -dar-, mîdarem (didêrim)). yanî xuya ye ku -dar ji farsî ketiye kurdî û awayê rast -dêr e. |
|
13.03.2021 20:56 ~21:53 |
keyomerd
|