9. Amûra ceyranî ya bi navê ampûla sor tê zanîn e. Car caran ampûla akor jî tê gotin. Teşeya wê, şûşeyeke cam e û doxa wê perçeyek hesinê girover e. Ev hesin dişibe cerê. Di hundirê şûşa wê de xaza argon heye. Ev xaz dema disicire şewq û ronahiyê dide derdora xwe. Di hundirê şûşê de têleke bi navê tûngsten heye ku ev têl li hemberî herka cêyranê û germahiyê pihêt e. Seriyên vê tûngstenê bi hesinê ku me behs kir ve girêdayî ne. Ev hesin derbasî kovika cêyranê (dûy) dibe da ku herka cêyranê bigihîne têla tûngsten. Dema cêyrana 220 v ya herka pêlpêlok li ser vê têlê derbas dibe, têl heya 3000 pîleyî jî disicire û sor dibe. Ev germahî xaza hundirê şûşê jî germ dike û şewq ji ampûlê dere. |
|
06.05.2020 15:24 ~16:24 |
tîrêj zana 21
|