Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [greva nenivîsandine] de;

9. Çalakiya ku bo were kirin çi sedemek li holê tune. Lê bawer dikim ku vejena(energy) hin nivîskaran li hev nake. Yanê dema hin nivîskar aktîf dibin, hinek nivîskar pasîf dibin û talî hemû pasîf dibin. Heye ku yek ji sedemên vê buyerê balnekişandina mijarên hatine vekirin be. Weke mînak û nimûne: hinek kes bi wêjeyê têkildar in, hinek bi teknolojiyê û bernamesaziyê, hinek bi siyaset û polîtîkayê re têkildar in. Dema ev cûre nivîskar di rojevê de mijareke ku bala wî bikişîne nebîne, tavilê ji moda nivîsandinê dikeve.

Axirî divê em realîte û qapasîteya tirşikê bipejirînin û xwe belheq newestînin. Geşkirina malperekî bi çend kesa nabe. Divê mirov ji demê re berde û qe nebe bi istiqrar karibe rojê an heftê çend peyamê xwe binivîse û xwe bide alî. Wekî din nivîskar jî dejenere dibe.

Axir, temiya minî nacîzane li nivîskarên ezîz: mirov di çi de pir tûjitî û zêdegavî bike, paşê jî ewqas jê sar dibe û dûr dikeve. Her tişt bi hemdê xwe xweş e. Tu kar bi zorê nabe. Ji loma divê mirov zorê jî medê.



03.06.2021 23:06 | tîrêj zana 21