Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [carbekir] de;

12. Bilêvkirina navê bajarê amedê ya ji aliyê mêrdîniyan e. Rêzika guhertina tîpa " d " bi " c " yê li vir jî hatiye sepandin û amed ango diyarbekir bûye " ciyarbekir", " carbekir". Ev tişt ji aliyê niştecihên bakurê mêrdîn tê kirin. Gelemperî li navçeyên weke stewrê, dêrik û bismil tê bikar anîn. Li bismil jî, kurdên salê notî ji stewrê hatine bikar tînin.

Heman tişt di peyvên dê û çiya de jî heye. Weke mînak bo çiya peyva " ciyar" tê bikar anîn. Bawerim ev peyv guhertina "d" ya peyva "diyar" bi "c" yê ye. Ji ber ku peyva diyar li rojhilatê amedê di wateya jor û bilind de jî tê bikar anîn.



27.08.2020 22:30 | tîrêj zana 21