Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şerê apoîst û berzanîstan li ser twitterê] de;

1. Şerekî qirêj û bêehlaq yê bi devavêtin û gefan li ser odeyên twitterê an twitter spacesê tê kirin. Ev serê çend roja ye bi vî şerê wan hesiyam lê wer xwuya ye, bi salan e ev şerê wan yê bêwate didome.

Aliyê berzanîst odeyekê vedikin û hema dijûna li apoîst û apo dikin. Dijûnên herî kirêt yên ku bên hişê we bikar tînin. Wan bi firotina kurdistanê û îxanetê sûcdar dikin.

Aliyê apoîst jî dîsa bi heman şêwazî heman tiştî dikin. Îro wêneyê dayika yek ji wan barzanîstan bi dest xistibûn û li ser navê wê hesabek vekiribûn. Odeyek vekiribûn û her du alî ji hev re dijûnan dikirin.


Em jî dibên ka kurdên me li ser înternetê li ku ne? Çima tirşik xalî ye? Çima heya îro me nekariye welatek ava nikin? Çima em tên bişaftin? Filan û bêvan...



09.03.2022 03:21 | tîrêj zana 21