Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hişyar ozalp] de;

1. Berdevk û cîgirê serokê giştî yê pdk-bakur e. ji cizîra botan e û Hevjînê hêvîdar zana ya pêşkêşvana televîzyona rudawê ye. Herweha ji 2005an vir ve parêzer e. di sala 2007an de komala mîr celadet alî bedirxan li cizîrê û komala ahmedê xanî li amedê damezirand.

wêje:

- di kovara serbestîyê de nivîsên wî hatine weşandin.

- di sala 2007an de li kovara demokratê karê rêvebirî û nivîskarî kir.


dozên mafnasî:

- yek ji du parêzerên ku di doza endamê jîtemê cemal temîzoz de ku pê re 7 bertawanên din dihatin darizandin de parêzerî kir. ev dozeke girîng bû ku li ser 20 heb kuştinên bêserûşûn ku li cizîrê di salên 1993-1995an de hatibûn kirin bû.

- demekê di dozên mafê mirovan de çalak bû.

- Di doza malbata dedeogullari ku li konyayê ji aliyê nijadperestek tirk ve 7 kesê ji vê malbatê hatibûn kuştin de, parêzeriya malbatê kir.

- di 31ê adara 2021an de gava ji başûr dihat bakur li deriyê xabûrê ji aliyê asayîşa tirkî ve hate binçavkirin û birin emniyeta silopyayê. piştî lêpirsînê dîsa hat berdan. dozên ku lê hatine vekirin hîna jî berdewam in.


Hesabê twitterê: Here lînkê



17.02.2022 17:33 ~20:41 | tîrêj zana 21