Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şeşxane] de;

1. Cûreyeke tivingê ye ku di lûleya wê de şeş heb xane an niqar (yîv) heye. Ev peyv ji bo topan jî tê gotin. Li hin deran gotine tivinga şeş fîşekan hildigire lê bi min ev yek ne rast e. Herweha ferhenga oxford wekî ku min li jor nivîsiye pênase kiriye.

Tivinga mamê elî etmanekî ya ku wekî bazin belek tê nasin a ku di meseleya filîtê quto de behs lê tê kirin jî tivingek ji cûreya şeşxane ye.

Herwiha cûreyek şeşxanê ya hêrêma botan jî heye ku jê re dibêjin şeşxana botanî.



12.12.2021 19:51 | tîrêj zana 21