Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xelatên tirşikê yên 2021an] de;

3. Xelatên ne fermî yên tirşikê ne. Ji ber ku hêj ji aliyê konseya rêveberî ya tirşikê ve nehatine pesendkirin û piştraskirin. Lê bele wek edet û kevneşopî nivîskarên tirşikê îsal jî li hêviya van xelatan in.

Sala borî li gor formulekê puanên nivîskaran hat hesibandin û yên ketin nav 10 nivîskarên pêşîn xelata xwe (pirtûkek kurdî) wergirtin. Ez jî par di dora 3 ya de bûm û min pirtûka xwe wergirt. Hesabkirina puanan bi vî rengî bû:

"pûan= (hejmara peyaman x 0.1) + (çeppik x 0.6) + (ecêb x 0.2) - (reşşik x 0.4) + (20 x fîlmên ku nivîskar wergerandine kurdî) + (10 x hejmara kesên ku nivîskar dişopînin) + (0.4 x hejmara fîlmên ku nivîskar li beşa sînemayê zêde kirine) + (0.4 x hejmara pirtûkên ku nivîskar li beşa pirtûkan zêde kirine)"


Ji serê salê re 23 roj maye. Ger rêveberî dê îsal jî nivîskaran xelatbar bike, divê vê yekê piştrast bike û şeva sersalê encama xelatan diyar bike. Herweha îsal ji dêlava pirtûkan tiştekî din ku nîşana tirşikê be, were xelatkirin belkî baştir be. Lê me weha go hûn ranebin kîlokî bacan ji nivîskaran re neşînin*



08.12.2021 13:05 ~13:07 | tîrêj zana 21