Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [geliyê godernê] de;

1. Geliyeke kûr û dirêj ku çemek tê de diherike. Di nav axa hezroya amedê de ye. Bi tirkî navê "taşkopru" lê kirine. Lewra pirek bi kevirên şehkirî yên kevn hatiye lêkirin heye. Ji wê pirê qederê 200-300m jor de avgurmek bilind û bi heybet heye. Gelî di navbera du rêzeçiyayên asê de li ser dirêjahiyê didome.

Havînî ji hemû bajar û navçeyên derdorê ji bo gerê têne vê geliya. Vê havînê ez jî digel qefleyek heval çûm. Ji bo em cihek xweş bidest bixin demjimar di 5ê şeveqê de çûn lê dîsa jî rê û mewdan ji xelkê tune bû. Cihek pir xweş e. Divê mirov carek bibîne û xwe di wê ava wek cemedê a ji avgurmê diherike dake.



14.08.2021 00:08 | tîrêj zana 21