Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mijarên derbarê kurda de] de;

1. Mijarên behsa kurd, kurdî û hemû tiştên derbarê kurda dikin in. Lê dibînim ku li ser înternetê agahiyên li ser van mijara hatine dayîn bi kurdî gelek kêm in. Yanê bawerim ev rewş di tu ziman û netewê de tune ye. Netewek herî baş ew kare xwe bide nasîn. Kesek dema bixwaze derbarê kurdan de tiştekî hîn bibe, hewceyê zimanên biyanî dibe.

Min dixwest mijarên derbarê kurdan de kesên biyanî hewceyî kurdî bibûna. Lê dijberî wê kurd hewceyî çavkaniyên biyanî dibin. Weke mînak rêxistin, partî, sazî û hikûmatên kurda, bi kurdî bihatana ravekirin. Herêm, bajar, çiya, robar û çemên kurdistanê bi kurdî bihata danasîn. Kovar, pirtûk, çanda kurdî bi kurdî bihata danasîn. Lê belê dema li wîkîpediya kurdî dinehêrim û li îngîlîsî û tirkî dinehêrim, agahiyên bi kurdî hatine dayîn li hember yên biyanê gelek lawaz dimînin.

Ez niha meraq dikim li rojava, di dibistanên kurdî de dema mamoste spartekên performans û proje dide xwendekaran, zarok li kîjan platforma û bi çi zimanî lêkolînan dikin?( nizanim spartekên weha li ba wan hene an tune ne)



30.05.2021 17:10 | tîrêj zana 21