Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komhev] de;

1. komhev (îng: compound), bûjenên xwerû yên bi berhevbûna du an zêdetir cûre hêmana (element) di encama reaksiyonên kemiyî pêk tê. komhev gelemperî bi awayê gerd (molekul) de ye. hêmanên endamê komhevê taybetmendiyên xwe wenda dikin û bûjeneke bi taybetiya kemiyî pêk tînin.

di kemiyê de taybetmendiya komhevan ev in;

-herî kêm ji du cûre hêman pêk tê.

-komhev bi formulan tên nîşankirin.

-bûjenên xwerû ne.

-bi riyên kemiyî karin ji hev werin parçekirin.

-taybetmendiyên vawêrî (distinguishing) hene.

-bi bendên kemiyî tên holê.

-bi reaksiyona du komheva, dibe ku komhevek din pêk were.


*nh3: amonya
*cuso4: sifir sulfat
*kno3: potasyûm nîtrat
*hno3: asîda nîtrîk
*naoh: sodyûm hîdroksît
*nacl: sodyûm klorur ( xwêya malê)
*h2so4: asîda sulfurîk
*ca(no3)2: kalsiyûm nîtrat
*mg(oh)2: magnezyûm hîdroksît
*na2co3: sodyûm karbonat
*nahco3: sodyum bîkarbonat (ava qilê)
*mno4: manganat
*po4: fosfat
*clo4: sulfat
*so4: sulfat
*so3: sulfît
*co3: karbonat
*no2: nîtrît
*no3: nîtrat



nişe: dê nivîsê de min sûd ji ferhenga termên fenî girt. gelek peyvên nebelav hatin bikar anîn. min xwest ev bibe bingehek bo nivîsên kemî û nivîsên bi vî rengî dê bidomin.



27.04.2021 14:37 | tîrêj zana 21