Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [segşerî] de;

1. segşerî(îng. dogfight), şerê ne berra yê di navbera du balafirên şer ên dewletan de diqewime ye. balafir hev û dû bi manewrayên tûj û bi kilîtkirina moşekan tacîz dikin. armanca şerî derketina ji keysa balafira dijmin û armancgirtina balafira dijmin bi moşekan didome. heya balafirek moşekên xwe bi balafira din ve kilît bike, ev şer didome.

ev têgehek leşkerî ye û koka wê diçe heya şerê cîhanê yê yekemîn. di navbera balafirên şer de li hewa tê kirin. gelemperî ev şer bo çavtirsandin û pêşîlêgirtin bikêr e. bêyî ku kuştin û zaîat çê bibe, pêşî li balafiran tê girtin.

ev şer piranî di navbera balafirên tirkiyê û yûnanîstanê de diqewime. car caran balafirên emerîkî û rûsî jî vî şerî dikin.



19.04.2021 20:16 ~20:44 | tîrêj zana 21