Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêş cîvatekê peyivîn] de;

2. tirseke ji bo kesên ji xwe nebawer û fediyok. lê ji bo kesên ji xwe bawer, emîn û civatşên zewqek e. heya dorê nadin tu kesî.

bawerim ev yek girêdayî malbatê ye. bavê min zilamek zarşêrîn û civatşên e. asta xwendina wî tune ye. lê ger derkeve mitîngekî dê ji gelek parlementera xweştir biaxive. di herçî teziye û dawetan de zilama li xwe kom dike û diaxive, hey diaxive. lê diya min ne weha ye. fediyok e. gotinên xelkêbo wê pir girîng in. ' xelk wê weha bêje, filankeso dê weha bêje, eyb e û hwd.' ji loma gotinên wê kurt in û li ber civatekê nikare biaxive.

vêca ez, ji bo min rewş bo zimana û nêvengê diguhere. mînak bi kurdî karim li pêş hemû civatan, bêyî keleca û fediyê biaxivim. heya jê zewq digrim û ji xwe dikim jî. lê bi tirkî nikarim 2 çirka jî bi rehetî pêş tu civatê biaxivim. weke mînak civat ji kesên di temenê min de û çend sala ji min mezintirbin, zimanê axaftinê jî kurdî be, dora axaftinê nadim çi kesî. ew jî bi dilxwazî li min guhdar dikin. lê civatek fermî be û mijar girîng be, tabî ji hedê xwe dernayêm.

axir, wekî min go rewş girêdayî perwerdeya malê û rewşa wê ye. tabî girêdayî civat û samîmiyetê ye jî.



03.03.2021 14:56 | tîrêj zana 21