Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çemê zapê] de;

1. zey bahdînan an zeyê mezin. çemeke ji bakurê kurdistanê dertê, heya li başûrê kurdistanê digihêje çemê dîjleyê. dirêjiya wê li bakur 426 km ye. çem, ji avên ku ji çiyayên wanê û ji çiyayên nêzî sînorê rojhilatê kurdistanê tên pêk tê. kaniya wê ya herî mezin avareş (çemê reş) e. çem bi rêzê sînorên wan-colemêrg, gever- elbak, û gundê xirabê- kwunin diyar dike. çemê zapê ji nav geliyên teng û kûr yên çiyayên colemêrgê yê berdewama torosan de derbas dibe. ji rojavayê navçeya çelê ya colemêrgê derbasî nav axa başûrê kurdistanê dibe. di nav axa başûr de, pêşî ber bi başûr-rojhilat de diçe, paşê jî ber bi başûr-rojava diherike. talî 40 km li başûrê mûsilê tevlî çemê dîjleyê dibe.

di nav sînorên bakûr de ava qadeke 12.695 km dicivîne. ji ber ku kaniya vî çemê ava baranê û berfa dihele ye, biharî û serê havînî ava çem zêde dibe û zivistanê kêm dibe. nîvekiya birha (debi) wê 86.5 m^3 /sn ye. ango di çirkekî de 86.5 mîkap av diherike.



15.02.2021 12:33 ~17:40 | tîrêj zana 21