Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [herêmên parastina medyayê] de;

1. Navlêkirinek termînolojiya pkkê ye. Ji der û dora qendîl û ji çiyayên nêzî sînorê bakurê kurdistanê tê gotin. Kontrola vê heremê di bin destê pkkê de ye.

Pkkê, Piştî zevtbûna ocalan ya 1999an di cotmeha 2002an de herêmên biradost, qendîl, garê û zap weke herêmên parastina medya binav kir û daxuyakirin ku heçî kesên çekdar bikevin vê heremê dê bibin armanca hêzên wan. Piştî sala 2006an sînorên vê herêmê hat berfirehkirin û herêmên avaşîn, basyan, xakurkê, heftenîn, metîna lê hatin zêdekirin.

Ev herêm bi giştî çiyayî ye. Çiyayên wê bidar û asê ne. Herêm weke rêzeçiyayan bi hev girêdayî ne. Di ber çiyayan de gelek av, robar, çem û şet diherikin. Ji bo şerê gerîla cihekî gûncaw e. Çile gelek berf lê dibare û biharî ji ber helandina berfê ava çem û robaran zêde dibe.



14.02.2021 23:49 ~2021.02.15 00:34 | tîrêj zana 21