Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ciwanên gay] de;

1. Ciwanên dijberê mirovên asayî hez ji hemzayendê xwe dikin e. Yanê lawên ku hez ji lawan dikin an ji lawan bi bandor dibin. Hin kes dibêjin ev nexweşiye hin kes jî dibêjin ev rewşeke asayî ye û Ji dayikbûnê ve ev hest di mirov de mevcût e. Ev gayitî di nava civakê de xweş nayê dîtin. Ji ber ku ev tişt weke guneh an ji rêderketinê tê dîtin pirî caran kesên gay xwe vedişêrin û newêrin xwe aşkera bikin. Heye ku hevalên me cîranên me jî gay bin lê me hay jê nîne. Zewaca di neqeba du lawan de gelemperî qedexe ye.heya li hin welata gaybûn tawaneke pir mezin e. Lê li hin welatên ewropa yên weke holanda tu qedexe danenîne pêşiya vê zewacê.

Heya niha nas, dost heval an kesekî derdora min ku ez zanibim gay e tune ye. Ji loma agahiyên zêde di derbarê wan de bi min re tune ye. Lê hin tişta meraq dikim. Heye ku tirşikvanên gay hebin û van agahiyan bi me re parve bikin. Yek ji tiştên meraq dikim, gelo kesên gay dixwazin bikutin lawika an dixwazin kutanê bixwin? Gelo ciwanên gay ji lawikên çawa hez dikin? Yanê hem fîzîkî hem jî derûnî. Gelo kesên gay bi çi çavî li jinan dinehêrin? Li gor kesên gay ev tiş tercîh e an tişteke ne di destê wan de ye?

Belê gelek pirs çêbûn. Min hêvî heye rojek ev pirs werin bersivandin. Çi tiştekî xerab di derbarê wan de nafikirim, heya ku bi çavê xerab li min û hezkiriyê min nenihêrin. Tenê dixwazim van tiştan hîn bibim.



01.07.2020 00:03 | tîrêj zana 21