Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîrozbahiya ersin korkut bo 19 gulana tirkan] de;

3. Pîrozkirina ku min behetî hiştiye ye. Ne ji ber parveya ersîn, ji ber şîroveyên li binê parveyê hatine kirin, ez mat mam. Bi dehan şîrove hatine kirin lê ji bilî çend heba hama bêje tev kurdî ne. Û tev jî ersîn şermezar kirine. Bi rastî di tiwîtirê de nêvengek kurdî sazbûye û her roj mezintir dibe. Ev yek jî hêvî dide mirov ji aliyê zimên de. Di jiyana xwe yî rojane de jî ewqas kes bi wê kurdiyê baxivin besî me ye bavo.

Pîrozkirina ersîn jî min qet mat nekir. Ji xwe ji ber karê wî û hişmendiyê wî diyare ku dê tiştê awha parve bike lê bertekên li dijî wî hatin nîşandan gelekî xurt bû. Piştî van bertekan heye ku poşman jî bûbe.



20.05.2020 05:56 | tîrêj zana 21