Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [derfeta zanîna zimanên dagirkeran] de;

4. Zanîna ku ji kesên rihê netewperweriyê pêre heye dibe derfet e. Yên ku ne welatparêz û netewperwerin ji xwe bo wan ne derfet e, bes zimanê wan yê jiyînê ye. Lê kesên ji zimanê xwe yê zikmakî hez dikin û dizanin jî bo wan derfetek bêhempa ye. Ji ber ku her du zimana jî weke zimanê zikmakî dizane çavkaniya wî duqat dibe. Bi çar çavan dikare li gerdunê binehêre. Li gor berjewendiya xwe dikare ziman bikar bîne. Dikare hemu karê xwe bi zimanê serdest hal bike. Dikare bi rihetî tevlî civaka serdest bibe û xwe têde bicih bike. Dikare hemû tiştê bi zimanê xwe nikare bibîne bi zimanê serdest lêkolîn bike. Li gor dilê xwe ji çavkaniya zimanê serdest sûd werbigre.

Ez bawerim heke kurdistan ava bibe dê gelê wê heye ku bibe civaka herî zêde bi zimanê biyanî dizane be. Ji ber ku herî kêm dê her kes du zimane zanibe( li gor yên asîmîle nebûne) û di serde jî zimanekî gerdûnî bizanibe aha bu 3 ziman. Piştî avabûna kurdistanê dê avakirina çavkaniyê kurdî jî hêsan be. Ji ber ku sê çavkaniyên ku dê em karibin wergerînin di bindestê me de hebin. Tirkî, erebî, farisî. Ji ber vê çendê gelê kurd çiqas xwe pêşde bibe û zanîna xwe zêde bike başe lê bi şertê xwe ji bîr neke û eslê xwe wenda neke. Ev yek jî bi zanebûn û bikar anîna zimanê zikmakî pêkane.



16.05.2020 01:19 | tîrêj zana 21