Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di zanistê de kurdî] de;

1. kurdî di warê zanistê de wekî gelek qadên din paşde maye. bi dehan sedemên vê paşdemayinê hene. di serî de helbet tunebûna dewlet e. ji ber tunebûna dewletê û di warê zanistê de bikar neanîna kurdî yek ji sedemê wê ye. wekî din jî xwendevan an jî zanayên kurd karên xwe û xwendina xwe bi zimanê biyanî dikin. ji ber ku cihekî van karan bi kurdî bikin tune ye.

belê ji bo geş kirin û pêşde birina kurdî di warê zanistê de çend hewldan tên kirin lê ev jî lawaz û kêm dimînin. ji ber ku kesên li ser vî karî dixebitin kêmin û şopînerê wê jî kêmin. ji xwe di tirşikê de kêmbûna rêjeya nivîsên zanistî jî vê rewşê berbîçav dike.

kurdî hêj zimanek di pêvajoya standartîzasyonê de ye. ji ber vê çendê hin nakokî di warê zanistî de jî derdikevin. mînak ji bo light a îngîlîzî di kurdî de, şewl, şewq, tav dihê gotin. ji bo current ê herk, tezû dihê bikar anîn. herwiha jibo gelek tiştan jî ne peyv heye û ne jî heya îroj hatiye behs kirin. hin kes li gor xwe wergerandibin jî ya qet nayê fêm kirin an jî mirov pir diwestîne.

ji xwe çavkaniyên kurdî jî pêdivî tune ez behs bikim. hama bêje ji bilî çend hebên biçûk qet tune ne. niha ezê vîdeoyek li jêr parve bikim. ew vîdeo ji bo xwendekarên rojava, refa 8 a, di waneya fîzîk de, ji mijara potansiyela elektrîkê, ji aliyê mamosteyên kurd yê rojava ve hatiye amade kirin. de ka keremkin bê hûnê çiqa têbigihêjin?





06.05.2020 19:09 | tîrêj zana 21