Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hemoglobîn] de;

1. Hemoglobîn an jî bi kurte nivîsê Hb, Hbg , molekulek gewre ye(makromolekul e ) . Ji proteîn û hesin pêk tê. Peyva hemoglobîn ji peyvên hem û globîn çê bûye. Çar heb proteînên gogî yên hemoglobînê heye, her yek ji van proteînan wekî globîn bi nav dibe. Di nav molekulek hemoglobînê de 2 heb α(Alfa), 2 heb β(Beta) globîn heye. Taybetmendiya van polîpeptîdan ew e ku, her zincîrek polîpeptîdê komeleya hem lixwe digire. Ango hemoglobîn ji çar binebeşan(zincîrên polîpeptîd) pêk tê, di her binebeşê de komeleya hem heye, komeleya hem jî îyona hesin(Fe+2) lixwe digire. Proteînên globîn komeleyên hemê dorpêç dikin. Hemoglobîn di xaneyên moxê sor a hestî de, ji aliyê mîtokondrî û rîbozoman ve di nav sîtoplazmayê de tê çêkirin.Hilgirîna oksîjen karê sereke ya hemoglobînê ye,lê li gel guhestina oksîjenê, hemoglobîn hinek karbona dîoksîdê jî hildigre e. Her îyonek hesin molekulek oksîjenê bi xwe ve girê dide. Ango hemoglobînek dikare 4 molekul oksîjen bixwe ve girê bide. Hemoglobîn li ser xirokên sor e. Xaneyek xiroka sor bi qasî 250-300 mîlyon hemoglobîn lixwe digire. Ango yek xiroka sor dikare ji milyarek pirtir oksîjen biguhezîne.



07.02.2020 03:20 | tîrêj zana 21