Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roja zimanê zikmakî] de;

25. Îroj e. Îsal hezkurd û tora zimanê kurdî, diyar kirine ku bo zimanê kurdî li tirkiyê bi awayek fermî were nasîn dê dest bi çalakiyan bikin. Îroj bo kurdî bibe zimanê fermî dê îmzeyan kom bikin. Herwiha bo sazî û partiyên kurd 9 şîret û pêşniyarî kirine.

1- hemû partî, sazî û komeleyên kurd, di navbera xwe de divê kurdî weke zimanê hevbeş bikar bînin.

2- dîsa ev heman sazî divê dêrçûyên beşa kurdolojiyê îstîhdam bikin û bi vî awayî gel teşwîk bikin.

3- di nava gel de û di dema hilbijartina de, divê di mitîngan de bi kurdî biaxivin. Lewra li ser vê yekê çi qedexeyek tune ye.

4- di axaftinên navdewletî de bi kurdî biaxivin û wergerek bi xwe re bigerînin.

5- di hizbên xwe de komîsyonên zimên ava bikin, ger hebe wê aktîf bikin.

6- ji bo waneyên hilbijartî " seçmeli kurtçe dersî" rayedarên xwe teşwîk bikin û motîve bikin.

7- di hesabên xwe yê tora civakî de kurdî tercîh bikin.

8- ji bo kurdî mitîngên mezin saz bikin û pêwistiya zimên ji gel re rave bikin.

9- li heremên hûn lê xwedî gotin in, giringiya zimanê zikmakî rave bikin û di derbarê wê de panel û konferansa saz bikin.



21.02.2021 12:21 ~12:23 | tîrêj zana 21