Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mijarên ko vê dawiyê bala tirşikvanan dikişînin] de;

1. Bo min Îtalya, bitaybetî bajarê florans û ronesans e. Mirov her roj tiştên nû hîn dibin. An tiştinan cara yekem bi çavê xwe dibînin an haya wan nû ji tiştinan çêdibe ku di berê de nedizanîn an jî ew tiştên hindik dizanîn careke din bala wan dikişîne û hingê hûrgiliyên nû di derbarê wan mijaran de li xwe zêde dikin.

Car dibe ew tiştên nû (bûyer, têgeh, kes û hwd), mirov pê dihese û sibe dusibe ew tişt bo wan kesan dibin kevne. Û car jî dibe baldariya mirov lê didome. Ji ber ku mirov kêf jê distîne, mijar Şax dide û mezin dibe. Bi rojan an hefteyan didome. Dibe sedema xwendina pirtûkekê an temaşekirina fîlmekê. Dibe ku bibe sedema rêwîtiyekê an hevalên nû jî. Dawiya dawî zanîna mirovan li ser mijaran berfire dibe.

Vê dawiyê ronesansa li îtalyayê bala min dikişîne, taybetî florensa. Gava ku çûm, pirtûkeke bi navê florence stories min ji xwe re dîtibû. Vêya dixwînim. Pir kêfa’m jê re hat. Bîst û pênc çîrokên florensayê û bîst û sisê Nivîskar tê de hene. Nivîskarên çîrokan ji sedsala 13an û vir ve ne, wekî dante, Boccaccio, stendhal, george eliot, mark twain, salman rushdie û hwd.



02.03.2023 20:41 ~2023.09.10 23:12 | mirovekirind