Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ronesans - tirşik
ronesans
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. maneya wê ji nû ve bûyîn e. ronakbûna ku di sedsala 15. û 16. de bi dawî bûna serdema navîn ve dest pê dike ye. bi ronesansê ve, jiyana rojene bigire heya hûnere, baweriyan bigire heya zanyariyê gelek tişt guherî. lê bandora xwe di sêrî de avahîsazî, huner û felsefeye de nîşan da. dema ku dewra ronesansê dest pê kir bandorên wê bi zûka ve belav nebûn. lê çêkirina çapxaneyê ve demeke kurt de hemû ewropayê hate hîs kirin. pêşengên wê dewrê hûnermendên floransaya îtalyayê bûn. yanê leonardo da vinci, michelangelo, raphael û donatello, yanê kosîyên nînja bûn.



28.04.2016 11:18 | nazim tolhildan

3. vejîn. yanî, ji nû ve jiyan lê peyda bûn. Ê yanî çi?

jiyana/şaristana li yewnanîya kevn a ku berî zayinê ava bûbû, piştî hema bibêje hezar salan li Ewropayê ji nû ve çêbû (li sedsala 13an). Ronesans di nav Ewropayê de herî zêde li îtalyayê rû da. xelkên li îtalyayê xwedî li dîroka wan deveran derketin. yewnanên kevnar (b.z.) çem û çem çûbûn. hema bêje hezar sal ser de çûbû. têkiliya nifşên nû yên li wan deveran dijîn tev ji dîrokê qut bûbûn. dîrok hatibû jibîrkirin. ew felsefe, avahîsazî, zanist, hunerên peykersazî, filansazî û bêvansazî û ew hunerên xwedê ji tev razî, arîsto û platon tev hatibûn jibîrkirin heya sedsala 13an.

ji bilî werger/berhemên erebî yên wê demê, kesên karibin derbarê fîlozofên kevnar de tiştek bibêjin an binivîsin nebûn an jî pir kêm bûn. Wê demê, berevajî îroyê, şaristan li rojhilatê bû. eserên kevnar ên yewnanîyan ku bi zimanê yewnanî hatibûne nivîsîn, bo zimanê erebî hatibûn wergerandin. Ereb û gelên din ên rojhilatê ji xêra berhemên yewnanîyan gelek pêş ve çûbûn. îcar xelkên ewropa ya wê demê jî, wergerên bi erebî werdigerandin bo latînî. Bi vî awayî ew jî ji berhemên yewnanîyan agahdar dibûn.

Li sedsala 14ê li îtalyayê, bi taybetî li florensayê, li ser peykersaziya kevnar dixebitin. peykerên heyî û yên şikyayî nû dikin. Wekî din ji nû ve peykeran çêdikin. Avahî û wêneyan çêdikin, çil cure zineat û huner li florensayê geş dibe. danûstandin geş dibe. hevrîşim û heriyên herî baş bi wan re ye. benedetto dei li pirtûka xwe ya di sala 1472ê de dibêje "nan û goşt, şerab û zeyt, sebze û penîr, ka û texteyên herî baş bi me re ye, ne li venedîkê û ne jî li bajarên wek parîs, london."

bi taybetî di dema rêveberiya malbata mediciyan ya florensayê de hema bibêje florensa difire û digihe ber perê esmanan. Çend kardînal û heta papayek ji mediciyan derdikeve. Medici dibin bankeya Vatîkanê. pereyên wan zêde zêde dibe. papa wê demê nahêle bajar di nav xwe de zêde şer bikin an bi rêya şer mezin bibin. Ji vî awî medici û papa bi hev re li ser qedera Florensayê biryar didin ku Florensa Li şûna şer û artêşan, ew pere ji bo pîşe û hunerê xerc bikin.

Encam: hunermendên mezin wek michelangelo, boticelli, leonardo da vinci, raffaello, hwd peyda bûn. îro bajarê florensa ya îtalyayê wek paytexta/navenda ronesansê tê zanîn.



28.10.2023 00:56 | mirovekirind

4. besteyên ku di nav û piştê vê serdanê de hatine çêkirin gelek bedew in, diceribînim ku bi gîtarê xwe ji van bilîzim.

-allegro molto.
-turkish march
-four seasons
-virus(beethoven)
-für elise
-moonlight sonata
-senfoniya pêncemîn



28.10.2023 01:25 ~01:26 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ronesans

Kategoriyên mijarê:: huner dirok zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî