Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [estomend] de;

1. di baweriya zerdeştiyê de cîhana em niha lê dijîn. peyv ji avêstayî esti tê ku hevreh û hevwateya hestî ya kurdî ye. anko estomend bi wateya "cîhana ku hestîdar lê dijîn" e, dema mirov dimire hestî li vir dimînin û rewan diçe mînûyê (axreta zerdeştiyê).

herwa hestî ya kurdî û esti ya avêstayî hevrehên οστό (ostó) ya yewnanî ne ku ew jî wek osteolojî (hestînasî) bûye peyveka navneteweyî û berbelav.



20.05.2021 19:43 | keyomerd